13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
MELBOURNE
Serwêsa Meteorolojiyê ya Zelandaya Teze (Metsevîce) got hewaya welatê ku di bin tehdîda Bobelata Cook Tropîkalê ye hewaya herî nerind a 50 salên dawiyê ye.
Metservîceyê bangî welatiyên Zelandaya Teze kir ku bira bala xwe bidin ser rewşa şert û mercên hewaya nerind û hişyar bin, dibe ku ji ber baranê lehî rabe û bide ser hin ciyan.
Lîsa Murraya Meteorologa Metservîceyê diyar kir ku di nav 48 saetên dawîn da hewaya herî nebaş a 50 salên dawîn ew ê bê welêt, dibe ku ji ber baranê lehî ra be, av bide ser hin ciyan, rê bên girtin û ceyran bê birîn bira welatî baldar bin û bê tevdîr nemînin. Murrayê got ku welatî dikarin ji malpera serwêsê agahiyên teze teqîb bikin.
Ji wezaretê hişyarî
Wezareta Rewşa Acil û Parastina Sivîlan jî bangî welatiyan kir ku bira welatî amûrên ecele lazim dikin ji xwe ra têxin tûrekî û amade bihêlin.