ANKARA
Li Îranê vexwarina alkolê zêde dibe û di çarçoveya têkoşîna li dijî alkolîzmê dixwazin navendên dermankirinê vekin.
Li gor nûçeya Fînancîla Tîmesê li Îranê hejmara kesên alkolîk li gor Rûsya û Almanyayê kêm e, lê vexwarinên ku alkol tê da zêde ye tên emilandin.
Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê li Îranê kesekî ku tiştên bi alkol vedixe salane 24,8 lître alkola saf vedixwe. Li gor daneyan ev rêje li gor Rûsya, Almanya û Îngilistanê zêde ye.
Li Îranê tê texmînkirin ku salane 420 milyon lître alkol tê vexwarin.
Rayederekî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê meha borî destnîşan kiribû ku li welêt salane 420 milyon lître alkol tê vexwarin, lê demildest daxuyaniya rayedar hatibû înkarkirin.
Li welêt piştî Şoreşa Îranê ya 1979an vexwarin û firotina alkolê hat qedexikirin û tenê kêmneteweyên olî dikarin vexwin.
Li Îranê di çarçoveya têkoşîna li dijî alkolîzmê da di sala 2013yan da navenda dermankirinê hat vekirin û bi hinceta ku bibe sedema teşhîrê di civakê da eleqe nedît.
Wek mayîn li Îranê kesên alkolîk li malê vedixwin.