Türkan Tosun
13 Nîsan 2020•Rojanekirin: 13 Nîsan 2020
Li Îspanyayê di 24 saetan da 517 kesên din jî ji ber şewba Kovîd-19yê mirin û hejmara miriyan gihîşt 17 hezar û 489an.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îspanyayê ji ber şewba Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 517 kesên din jî mirin.
Hat destnîşankirin li Îspanyayê ji ber şewba Kovîd-19ê hejmara miriyan derket 17 hezar û 489an û hejmara kesên nexweş ketine jî derket 169 hezar û 496an.
Duh 619 kes ji ber vîrusê miribûn lê îro 517 kes mirin ku ev hejmar li gor duh kêm bû.
Li welêt 2 hezar û 336 kesên din jî ji vîrusê filitîn û ji nexweşxaneyan derketin. Hejmara kesên baş bûn jî gihîşt 64 hezar û 727an.
- Di hin qadan da kar û bar dest pê kir
Ji hêla din li Îspanyayê ji ber Kovîd-19yê heta 26ê Nîsanê rewşa derasayî hatibû îlankirin ku ji îro pê va çarçoveya wê hat sînordarkirin.
Xebatkarên înşaetê, esnafên biçûk û xebatkarên KOBÎyên hîlberînê dikin îro dest bi kar kirin.
Li ser telîmata hikûmetê di navbera saet 06.00 û 09.00an da di metro, trên û otobêsan da ji welatiyan ra bê pere maske hat belavkirin.