İbrahim Atmaca
05 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ROMA
Li Îtalyayê ji bo kifşkirina endamên nû yên Meclisa Nûneran û Senatoya Komarê di 4ê adarê da hilbijartina giştî hat kirin û li gor anketên vegera ser sindoqê tifaqa rastgirên navendî ku ji Forza Italiaya partiya serokwezîrê berê Silvio Berlusconi û Lîga rastgir a tundrev, Birayên Îtalyayê ya rastgirê tundrev û partiya Em Îtalyayê pêk tê, bi rêjeya dengên xwe yên navbera ji sedî 33-36an va bû yekemîna hilbijartinê.
Di hilbijartina giştî da nêzî 46,6 milyon hilbijêr çûn ser sindoqê û avêtina dengan bi saeta herêmê va di 23.00î da kuta bû.
Li gor anketa vegera ser sindoqê ya ewil ku ANSAya ajansa fermî ya Îtalyayê weşand, tifaqa rastgirên navenî di navbera rêjeya sedî 33 û 36an da deng hilda, Tevgera 5 Stêrkê (M5S) ji sedî 29 û 32 deng hilda. Rêjeya dengan a tifaqa çepgir a navendî ku vê gavê îqtidar e jî dora ji sedî 24 û 27an da ma.
Li gor hilbijartina beriya vê dengên tifaqa çepgirên navendî kêm bûn, tifaqa rastgirên navendî û M5Sê dengên xwe zêde kirin. Partiya ku nekete nav tifaqan û herî zêde deng hilda jî M5S e.
Li gor anketên vegera ser sindoqê tu partî û tifaq bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike.
Rêjeya beşdarbûna hilbijartina beriya vê ji sedî 75,20 bû, li gor texmînê di vê hilbijartinê da jî rêjeya beşdarbûnê bi qasî ya berê ye.