KÎEV
Li Kîeva paytexta Ûkraynayê pevçûnên ku li kolanan derketin dewam dikin, di pevçûnan de 3 kes mirin.
Di navbera polês û çalakvanan de li kolana Grûşevskogoyê pevçûn derket, 3 kes mirin.
Hat diyarkirin ku cinazeyê Sergeî Nîgoyanê ku di çalakiyê de mir, ber destê sibehê anîn nexweşxaneyê û polês jî ji bo lêkolînê hatin nexweşxaneyê.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî bûyer hat piştrastkirin, lê li ser sedema mirinê agahî nedan. Hat diyarkirin ku li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Di 19ê çileya paşîn de piştî mitînga Civîna Gel, hin çalakvan kom bûbûn û li ser kolana Grûşevskogoyê hewl dan ku barîkata polêsan derbas bikin. Piştî vê pevçûnan dest pê kir û di encama pêvçûnan de bi sedan polês û çalakvan birîndar bûbûn.