Fatih Gazioğlu
14 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2018
BAKU
Wezîra Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê bigiştî amade ye.
Lavrov li Bakuya paytextê Azerbaycanê beşdarî civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya 39emîn a Teşkîlata Hevkariya Aborî ya Behra Reş bû.
Lavrov piştî civînê der barê xebatên komîteya qanûna bingehîn a Sûriyeyê da agahî da rojnamevanan û wiha axivî:
“Ji bo lîsteya Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê em dikarin bibêjin hema hema amade ye. Rejima Sûriyeyê û mixalafet li ser lîsteyê dixebite û Rûsya, Tirkiye û Îran jî dibe alîkar."
Lavrov got ku ew ê lîsteyê li ser navê Sûriyeyê hefteya bê pêşkêşî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura bikin.
Lavrov got daxwaza wan ew e ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê serê sala 2019an li Cenevreyê bicive.