08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
KERKÛK
Piştî operasyona artêşa Iraqê ya dijî hebûna rêxistina terorê DEAŞê ya li gund û bajarokên Hewîceya navçeya Kerkûkê, sivîlên li herêmê bi alayên spî xwe dispêrin hêzên ewlekariyê.
Sivîlên ji Kerkûkê yên ku ji peyamnerê AAyê ra xeberdan, destnîşan kirin ku ew ji êrîşên milîtanên DEAŞê yên ku xwe li herêmê veşartine, tirsiyan û reviyan.
Jina bi navê Hafsa Cumeylî ya li gorî gotina wê, ew ji gundê Humayra yê navçeya Hewîceyê revî, destnîşan kir ku li taxima gundê wan gelek miîtanên DEAŞê xwe veşartine.
Cumeyliyê wiha xeberda, "Em tirsiyan ku milîtanên DEAŞê yên li nêzîkî gund werin û me bikujin. Ji ber hindê em revîn û hatin vir. Gelek milîtanên DEAŞê xwe di hundirê qanalên avê da û herwiha li zeviyên dewrûbera gund, veşartine."
Cumeyliyê diyar kir ku bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Hewîceyê va ew ketin rewşeke teng û wiha dewam kir, "Piştî operasyonê milîtanên DEAŞê xwestin bi darê zorê kurê min bibin cengê. Lêbelê ji ber ku kurê min ew yek red kir, îca wan li ber çavê me êşkence pê kirin."