Haydar Şahin
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
WASHINGTON
Jim Mattîsê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê got heke Rûsya peymanên nukleerê binpê bike welatê wan jî ew ê fuzeyên li behrê tên parastin dîsa têxe dewreyê û fuzeyên balîstîk ên kêmtesîr çêbike.
Wezîr Mattîs bi Orgeneral Paul Selvayê Alîkarê Sererkan ra li ber Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Meclisa Nûneran pirsên endamên kongreyê yên der barê Belgeyên Stratejiya Parastina Neteweyî ya Amerîkayê da bersivand.
Ji Mattîs pirsîn ku sedema "pêşniyaza ji bo modernîzekirina fuzeyên nukleerê yên li behrê û çêkirina fuzeyên balîstîk ên kêmtesîr" çi ye û wî jî got, "Li gor me dibê wisa bikin ku mizakerevanên me ser hêzê ra mizakereyan bimeşînin."
Mattîs bi bîr xist ku Rûsyayê Peymana Hêzên Nukleerê ya Menzîla Navîn a ku di 1987an da hatibû îmzekirin binpê kir û fuzeyên balîstîk ên ku stratejîk nînin xiste dewreyê û wiha axivî: "Ez hêvî nakim ku Ûris hetanî ji me tiştekê nebînin ji ya destê xwe dev berdin."
Ji Mattîs pirsîn ku "gelo Rûsya dev ji gavên binpêkirina peymanê berde Amerîkayê jî dev ji modernîzekirina fuzeyên nukleerê yên li behrê û çêkirina fuzeyên balîstîk ên kêmtesîr berde an na" û Mattîs got, "Ez naxwazim beriya mizakereyan vê eşkere bikim."
Mattîs bi bîr xist ku reqabeta di navbera hêzên mezin da dîsa hat rojevê û mijara sereke ya stratejiya parastinê ya teze ya Amerîkayê ji terorê zêdetir reqabeta hêzê ye.