Muhammet Kurşun
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo şerê li dijî DEAŞê Brett McGurk ragihand hemû alî hewl didin ku şerê di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê biqedînin.
McGurk piştî seredana bajarê Reqayê ku ji aliyê PYDê ve ji DEAŞê hat stendin, vegeriya Iraqê û li ser rewşa dawîn ya herêmê û şerê di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de nirxandin kirin.
Nûnerê Serokê Emrîkayê McGurk, li ser hesabê xwe yê resmî twitterê cih da van îfadeyan:
"Niha hemû alî dixebitin ku şerê di navbera Hêzên Iraqê û Pêşmerge bidawî were. Van hêzan bi hev re, bi cesaret şerê li dijî DEAŞê kir."
McGurk behsa hewla Emrîkayê jî kir û wiha agahî da:
"Emrîka bi hûrgilî kar dike ku îstiqrar li herêmê bicih bibe. Piştrast jî dike ku hemû tevgerên eskerî bi hemahengiyê temam bûne."
Der barê Reqayê de jî ev parve kirin:
"DEAŞê li Reqayê nêzîkî 6 hezar çekdarên xwe ji dest dane. Hinekan jî xwe teslîm kiriye. Li gor zanyariyan 3 hezar jî hatine kuştin, yên din jî teslîm bûne. Niha li Reqayê ji bo gihandina arîkariya însanî xebat tên kirin. Hewl tê dayîn ku bajêr ji mayîn, teqemeniyan were paqijkirin û xizmetguzarî dest pê bike."