WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama li dû peymana nukleerê ya di navbera Îran û koma 5+1ê de li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist.
Obama diyar kir ku roja peyman pêk hat rojeke dîrokî ye û peymana dorfireh a dawîn a ku dê di warê bidestxistina çekên nukleerê de rê li ber Îranê bigire, nîşaneyeke mezin a dîplomasî û lîdertiya Amerîkayê ye.
Obama qala hûrguliyên peymanê kir û wiha got: "Bi vê peymanê ve em her cure rê li ber bernameya çekên nukleerê ya Îranê digirin."
Obama wiha dewam kir: "Heger Îran taahudên xwe yên vê peymanê binpê bike dê encamên wê yên reel hebin. Astengiyên nukleerê yên ku zirarê didin aboriya Îranê dê paşve bên danîn."
Obama destnîşan kir ku peymana nukleerê derfet da ku gefeke mezin a li hemberê ewlekariya herêmî û navneteweyî bi awayekî aştîxwaz were çareserkirin û wiha got: "Bêyî hebûna peymanê li Rojhilata Navîn bêtir rîska şer heye."
Obama bal kişand ku peyman, hemû gefên Îranê yên li hemberê herêma xwe û tevahiya dinyayê ji holê ranake û herwisa cîbicîkirina wê jî karekî cidî yê dûdirêj dixwaze. Obama xwedî li peymana nukleerê derket û wiha got: "Ji bo aşitiya dinyayê me şans û firsendeke dîrokî ya dibe ku em di jiyana xwe de careke din nikaribin zeft bikin, bi dest xist. Wekî Serok û Serfermandar ez dixwazim ku vê firsendê biemilînim."
Serokê DYAyê Obama wiha got, "Ez bi dilrehetî dikarim bêjim, heta pisporên nukleerê jî dikarin rehetîkî bêjin ku Îranê di asta çêkirina bombeya nukleerê de nebe."