Haydar Şahin
24 Nîsan 2020•Rojanekirin: 24 Nîsan 2020
Li gor xebera SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî, Dadgeha Bilind piştî ku hîva ewil a meha remezanê hat dîtin îlan kir ku 24ê nîsanê roja înê roja ewil a meha remezanê ye.
Pey ra li Qeter, Kuweyt, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Yêmen, Filistîn, Urdin, Sûriye, Somalî, Libya, Cezayirê jî hat diyarkirin ku hîv hat dîtin û roja înê rojiyê bigrin.
Misir û Tûnisê jî îlan kiribûn ku roja înê dest bi rojiyê dikin.
Uman, Sûdan û Fas roja şemiyê dest bi rojiyê dikin
Wekî mayîn li Uman, Sûdan û Fasê jî hat îlankirin ku roja şemiyê meha remezanê dest pê dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karûbarên Dîn û Weqfan a Umanê da hat gotin ji ber ku hîv nedîtin ew ê roja şemiyê dest bi meha remezanê bikin.
Otorîteyên dînî yên Sûdan û Fasê jî bi heman awayî gotin ji ber ku hîv nehat dîtin roja înê roja dawîn a meha şeban ye, meh remezanê jî roja şemiyê dest pê dike.
Li Iraq û Libnanê daxuyaniyên cuda
Li Iraq û Libnanê jî ji bo destpêka meha remezanê du daxuyaniyên cuda hatin dayîn.
Di daxuyaniya ofêsa Ayetullah Elî Sistaniyê merciyê dînî yê Şiîyên li Iraqê da hat gotin ku meha remezanê roja şemiyê dest pê dike.
Ligel vê Saad Kambeşê Serokê Weqfa Suniyan jî duh li Mizgefta Îmam Ezam Ebû Henîfe ya li Bexdayê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku meha remezanê roja înê dest pê dike.
Li Libnanê jî rewş neguherî.
Miftîtiya Libnanê ya Suniyan temsîl dike diyar kir ku remezan roja înê dest pê dike, Konseya Îslamî ya Şiiyan a BIlind jî diyar kir ku roja ewil a remezanê roja şemiyê ye.