HEWLÊR
Li Iraqê bi dirûşma "Em ji bo aştiyê birevin" Meretona Hewlêrê ya 4emîn hat kirin.
Welatî ber destê sibehê li ber Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) civiyan û rayedaran nimroyan belav kir. Piştî ku nimro hatin belakirin li ser qada ku ji çûnûhatinê hat girtin meretonê dest pê kir. Mereton di 3 kategoriyan de ku ji 4, 10 û 42 kîlomêtroyan pêk dihat, li gor saeta herêmî di 10.00an de dest pê kir.
Di meretonê de dîmenên rengîn derketin holê. Di meretonê de ji bo êrîş nebin tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.
Di meretonê de ji mêran Binar Mihemed, ji jinan jî Amal Xizir bû yekemîn.
- Eleqe kêm bû
Endamê komîteya meretonê Sertîb Qadir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku nêzî hezar kesî beşdar bûn û wiha dewam kir: "Ji ber tundî û êrîşên rêxistina terorê ya DÎŞIyê di meretona îsal de eleqe kêm bû. Li gor sala par kêm kes beşdar bûn."