Muhammet Kurşun
29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Şêwirmendê Encumeniya Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, der barê referandûma serxwebûnê de got: "Yên ku dibêjin dem ne munasib e, bila bibêjin kengê munasib e? Dema ku em hatin Enfalkirin ji bo çi tu kesî negot ne wext e Kurd werin Enfalkirin?"
Mesrûr Barzanî, li Washingtonê Kongreya Emrîkayê di panêleke mijara wê referandûma serxwebûnê bû de axivî. Barzanî di panêlê de der barê serxwebûn, şerê dijî DEAŞê û têkiliyên Bexdayê de nirxandin kirin.
Der barê daxuyaniyên dema referandûmê de Barzanî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dema ku Kurd rastî Enfalê hatin me tu helwesteke ciddî ji Neteweyên Yekbûyî nedît. Lewra wek problemeke navxweyî dihat dîtin. Lê dema Seddam Kuweyt dagir kir Emrîkayê dengê xwe derxist. Lewra gotin serweriya dewleteke din binpê kiriye. Ji bo me dema herî munasib e ji bo serxwebûnê. Yên dibêjin ne wext e li dijî mafê me yê rewa derdikevin."
Barzanî wiha domand axaftina xwe:
"Yên ku dibêjin dem ne munasib e, bila bibêjin kengê munasib e? Dema ku em hatin Enfalkirin ji bo çi tu kesî negot ne wext e Kurd werin Enfalkirin?
Der barê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de jî wiha nirxandin kir:
"Piştî 2003an me hemû ceribandin bi Iraqê re. Yên ku niha li Iraqê hukim dikin piraniya wan di wextê xwe de ji aliyê me ve hatine destekkirin. Lê niha li dijî Herêma Kurdistanê tevdigerin."
Li ser rêya dane ber xwe Barzanî wiha got: "Me rêyeke ji Iraqê cudatir daye ber xwe ew jî demokrasî ye. Em dixwazin bi Bexdayê re bi diyalogê bigihên çareseriyê. Referandûm jî dê ji bo vê bibe binemayek."
Barzanî li ser hilbijartina Iraqê û rewşa parlamenteran jî wiha agahî da:
"Li parlamentoyê şiî piranî ne. Kurd xwedî 63 kursiyan in, yên sunniyan jî kêm in. Loma çi hilbijartin bibe şiî piranî ne."
Di dawiyê de jî li ser helwesta Emrîkayê wiha got:
"Iraq naxwaze madeya 140î bicih bîne. Em rê didin ku ew xelkên li wan herêman dijîn biryarê li ser qedera xwe bidin. Em xwedî cihekî wisa ne ku Emrîka pişta xwe bide me. Emrîkayê li Herêma Kurdistanê hîç qurbanî neda."