Muhammet Kurşun
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
HEWLÊR
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku referandûma serxwebûnê li gor destûra Iraqê qanûnî ye û aştiyane ye.
Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Nûnerê Sekreterê Giştî yê NYê Jan Kubis re civiya. Der barê civînê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Kubis di hevdîtinê de daxwaz kir ku problemên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de berî referandûmê û piştî wê bi rêya diyalogê û bi şêweyekî aştiyane bên çareserkirin.
Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser wê yekê ku referandûm mekanîzmayeke demokratîk e ji bo zanîna daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê.
Herwiha got: "Niha û pêşerojê, Kurdistan dê bibe faktora çareserkirina probleman bi rêya aştiyane li herêmê. Ji bo referandûmê jî rê û rêbazên destûrî hatine şopandin. Lewra li gor destûra Iraqê, pabendnebûna Bexdayê bi destûrê deriyê referandûmê li ber xelkê me vekiriye. Ji ber ku Bexda girêdayî destûrê nemaye dê xelkê me biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Dîsa jî emê diyalogên aştiyane digel Bexdayê bidomînin. Emê digel Bexdayê hewl bidin bigihên encameke ku rêzê li daxwazên welatiyan bigire."