Wezîrê berê yê Enformasyonê yê Misirê Salah Abdulmaksud diyar kir ku ji du salan vir ve ew têkelî tu çalakiyên tundiyê nebûn û wiha got: "Em wisa bawer in ku emê bi vê meşa xwe ve bi ser bikevin, em li dû şopeke din nînin."
Platforma Hevkariya Meşrûiyetê ya Misirê û Konseya Şoreşê ya Misirê bi minasebeta 2yemîn salvegera cûntayê li Bayrampaşayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Digel Abdulmaksut, parlementerê berê yê Meclisa Misirê Muhammed Cabîr, yek ji serokê Platforma Hevkariya Meşrûiyetê ya Misirê Mecdî Salîm, Serokê Komîteya Hiqûqî ya Konseya Şoreşê ya Misirê Usam Ruşdî, aktîvîst Husam eş-Şorbaci, ji Platforma Hevkariya Meşrûiyetê ya Misirê Adil Reşît û Atî Adnan beşdarî civînê bûn.
Abdulmaksud destnîşan kir ku li welat ev du sale ku meydan vala nabin û ew çalakiyên tundiyê yên ku bi awayê cuda cuda pêk tên, şermezar dikin û wiha dewam kir: "Ev du sal in em têkelî tu çalakiyên şidetê nebûn û em bi tu awayî qebûl nakin ku çalakiyên tundiyê bi me re werin bal hev. Me ji destpêkê heya niha tim wiha got; 'Xwepêşandanên me yên aşitîxwaz ji guleyên we bihêztir in.' Em wisa bawer in ku emê bi vê meşa xwe ve bi ser bikevin, em li dû şopeke din nînin."
Abdulmaksud bal kişand ku dema ew di rêveberiyê de bûn, di nava 6 mehan de ji bo ku projeyên dibistan, nexweşxane, rê û tesîsên civakî pêk bînin, wan plan çêkirin, lêbelê ev du sal in ku rêveberiya Sîsî li welat tu îcreat nekiriye.