Ahmet Aydın
26 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Milîsên girêdayî Hefterê serekê hêzên çekdarên nerewa yên li rojhilatê Libyayê, 7 mûşek avêtin herêmên başûrê Trablûsa paytext.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Volkana Xezebê ya girêdayî Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya ku dş çavê Neteweyên Yekbûyî de rewa ye, milîsên Hefter bi mûşekên Gradê li dijî qadên jiyanî yên li herêmên weke Seba, Selahedîn û Eyn Zaraya girêdayî Trablûsê êrîş li dar xistin.
Di êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn û herweha mûşek bûn sedema xisarên maddî.