MADRÎD
Hat eşkerekirin ku armanca konferansê diyarkirina xalên li ser hatiye hevkirin e. Hikûmata Îspanyayê piştgiriya lojîstîk dide vê konferansê.
Li gor agahiyên ku nuçegihanî AAyê ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve yê Îspanyayê girt, jimara mixalifên beşdarî konferansê bûne zêde ye.
Midûrê giştî yê Saziya Mala Ereban Eduard Lopez Besquetsê got ku konferansa Cenevre-2yê di maneya amadekariyê de "tevlihev xuya dike lê dê bibe civîneke girîng."
Busquets di daxuyanî xwe ye da çapemeniyê de destnîşan kir ku DYA, Rûsya û NY jî piştgiriyê dide civînê. Civîn dê di 9-10ê çileya paşînê de û du astan de bê lidarxistin. Busquets wiha dewam kir: "Di asta ewilî de aktorên sereke yên muxalifên Suriyeyê dê bên bal hev. Di asta duyemîn de jî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê re hevditînê pêk binîn. Muxalifên Suriyeyê di mijarê demokrasî û aştî anîna li Sûriyê de wekî hev difikirin."