Nûceyfî li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê pevçûnên li Mûsilê de agahî dan.
Nûceyfî destnîşan kir ku bajêr bi êrîşeke mezin a terorê re rûbirû maye û got ku ji bo bidestxistina kontrolê min ji Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî arîkarî xwest.
Nûceyfî da zanîn ku Barzanî gotiye ku ez ji bo piştgiriyê amade me û dixwazin ku vê bi Bexdayê re bi awayekî bi kordîne bikin û wiha axivî: "Ji bo arîkariya Kurdistanê di navbera Hewlêr û Bexdayê de têkilî hat dayîn, lê belê tu encam nehat bidestxistin. Min bi xwe ji bo ku em ji vê qeyranê xilas bibin û êrîşên terorî yên bê rehm rawestînin, bi gelek siyasetmedarên iraqî û balyozên welatên mezin re hevdîtin kir."
-"Şidet li Mûsilê tenê namîne"
Nûceyfî destnîşan kir ku heke beriya êrîşên terorê neyê girtin dê ev yek bi xwe re gelek xetereyan bîne û wiha axivî: "Ev dê tenê di Mûsilê de nemîne. Êrîşên terorê dê belavî her derê welêt bibin. Rêxistina terorê aliyên qels ên welêt wek derfet dîtiye û Mûsila ku yek ji bajarên mezin a Iraqê ye, bi dest xist. Ez dixwazim ku bila her kes li hember terorê bi xîreteke mezin li ber xwe bide."
Nûceyfî bal kişand ku rêya astengkirina şidetê û ji bi hev re tevgerînê derbas dibe û wiha axivî: "Niha wext wextê xurtkirina raya giştî ya Iraqê, hêzên ewlehiyê û piştgirîdayîna eşîran e. Em dê ji vê yekê jî xilas bibin, em dê vê bi piştgiriya Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê pêk bînin. Waliyê Mûsilê Asil el-Nûceyfî li avahiya walitiyê ye û hewl dide ku hêzên ewlehiyê berhev bike. Walî ji aliyekî ve jî arîkariyên ji bo bi hezaran mûsiliyên ku dixwazin derkevin derve kordîne dike. Li Mûsilê ceyran birîne, av naherikin. Ji ber vê yekê jî bi hezaran malbatên misûlî malên xwe diterikînin."
-"Welatekî mezin piştgiriyê dide DÎŞIyê"
Rojnamevanekî ji Nûceyfî pirsa "Hûn çima rewşa derasayî îlan nakin?" kir. Nûceyfî ev pirs wiha bersivand: "Ev yek demildest nabe. Divê ev yek di çarçoveya tesdîqa hevpar a Serokomar û Serokwezîr pêşkêşî parlementoyê bikin. Piştî ku deng hat dayîn dibe ku rewşa derasayî bê îlankirin. Lê belê hikûmetê heta niha di vê babetê de tu pêngav neavêtin."
Rojnamevanekî din pirsa 'bajarê Mûsilê di demeke gelek kurt de ket destê DÎŞIya rêxistina terorê' û wiha axivî: "Hêzên ewlehiyê bêyî ku tu sedemek hebe cihên peywirên xwe terikandin. Leşker jî fermandarê li serê wan jî li cihê xwe nesekînin. Çekên artêşê li erdê man, wesayîtên bombebarkirî bi awayekî serberedayî li nav kolanan man. Hemû xetên parastinê di demeke gelek kurt de heta di maweyeke rekorî de ji aliyê artêşê ve hat valakirin. Çend deqîqe beriya niha Balafirgeha Leşkerî ya Şirgatê ya girêdayî bajarê Selahaddînê hat terikandin. Der barê vê mijarê de teqez dê lêpirsîn bên kirin. Welatekî mezin piştgiriyê dide DÎŞIya ku gefan li Mûsilê û tevahiya Iraqê dixwe. Em dê pişt re li ser vê mijarê bisekinin lê wext niha wextê rizgarkirina Mûsilê û welêt e."