Ömer Tuğrul Çam
03 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem Teşkîlata Peymana Atlantîkê ya Bakur (NATO) di 4ê Nîsana 1949an da hat avakirin. Piştî kutakirina prosedurên fermî alaya Fînlandiyaya endamê nû jî wê li biryargeha NATOyê were bilindkirin.
Piştî ku Rûsyayê di 24ê Sibata 2022yan da êrîşî Ukraynayê kir, Fînlandiyayê dev ji bê alîbûnê berda û biryar da ku bibe endamê NATOyê. Paşê hikûmeta Fînlandiyayê û Swêdê bi hev ra serlêdana endamtiyê kir û ev serlêdan ji aliyê 30 welatên mitefîq va hat pesendkirin.
Herî dawî meclisên Macaristan û Tirkiyeyê protokolên beşdariya NATOyê pesend kirin û Fînlandiya ji bo ku bibe endamê 31em ê Tifaqê ji bilî prosedurên fermî yên dawîn, hemû qonax kuta kirin. Bi beşdariya vî welatê va NATO di salvegera avabûna xwe da derbasî saleke nû dibe û nîşan da ku deriyê teşkîlatê vekirî ye.
Tê payîn ku wekî mitefîqê dawîn Fînlandiya jî ku prosedurên xwe yên endamtiyê di demeke kin da kuta bike, alaya vî welatî wê li biryargeha NATOyê were daliqandin.