Türkan Tosun
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauert nexwest der barê rojnamevanê Filistînî Yasîr Murtecayê (30) ku ji hêla nîşangerên Îsraîlî va hat şehîdkîrîn de zêde biaxive.
Nauretê di civîna çapemeniyê ya rojane de der barê azadiya çapemeniyê û mijarên bi vê re eleqedarin de daxuyanî da, lê der barê rojnamevanê ku ji hêla Îsraîlê va hat şehîdkirin de bêdeng ma.
Li ser pirseke der barê Murteca de Nauretê wiha got: "Haya me ji wan nûçeyên rojnamevanê ku li Xezeyê dixebitî û di pevçûnan de mir heye. Bi taybetî di vê mijarê de li cem min agahiyek tune, lê ez dikarim bibêjim em vê mijarê dişopînin."
Nauertê pirsa Îsraîl rojnamevanan hedef digre nebersivand û der barê mijarên din de axivî û got ew hewl didin Îsraîl û Filistîn bi awayekî aştiyane bên bal hevdu.
Berdevk Nauretê got bûyerên hefta borî ne baş bûn û ji bo kuştina Murteca got rayedarên Îsraîlê lêpirsîn dane destpêkirin û ewê benda encama vê lêpirsînê bin.
- Ji Amerîka û Îsraîlê der barê Murteca de daxuyaniyên cuda
Ji Nauretê re hat gotin Murteca ji lêpirsîna ewlehiya Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê derbas bûbû û ji hêla aboriyê va piştgirî hildida, li ser vê Nauretê got qasî ku ew dizane ev agahî rast e. Lê Wezîrê Parastina Îsraîlê Avîgdor Lîberman jî îdia kiribû Murteca ji zû ve ye endamê Hemasê ye.
Nauret der barê vê nakokiyê de neaxivî û tu şîrove nekir.
Rojnamevanê Filistînî Yasîr Murteca di 6ê nîsanê roja înê dema Meşa Vegera Mezin dişopand ji ber êrîşa eskerên Îsraîlê birîndar bûbû û piştî çend saetan şehîd bûbû.