BAKU
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz got em şertên ku Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Huseyîn Eş Şehristanî ji bo îxrackirina nefta Iraqê diyar kirin, erênî dibînin û wiha dewam kir: "Ha ji bakur ha ji başûr, gava erênî ew e ku nefta Iraqê dê bi rêya Tirkiyeyê îxracî bazarên dinyayê bibe. Ev neft ya Tirkiyeyê nîne, ya Iraqê ye. Ji ber vê çendê em bawer dikin ku peymaneke li ser 3 şertên ku Bexdayê danine dê bê kirin."
Yildiz beriya merasima îmzeyê ya Projeya Xeta Boriyê ya Trans-Adriyatikê (TAP) ku dê gaza sirûştî ji Behra Hazarê derbixin û bi rêya Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bikin, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Yildiz got em şertên ku Eş Şehristanî der barê îxrackirina nefta Iraqê de anîn zimên yên 'pîvana mîktara nefta ku dê bê îxrackirin, firotina neftê ya li gor piyasaya dinyayê û piştî firotinê dê dahat bigihêje Fona Pêşveçûna Iraqê ya li New Yorkê' gelekî erênî dibînin.
Yildiz diyar kir ku ha ji bakur ha ji başûr, gava erênî ew e ku nefta Iraqê dê bi rêya Tirkiyeyê îxracî bazarên dinyayê bibe û wiha pê de çû: "Ev neft ya Tirkiyeyê nîne, ya Iraqê ye. ji ber vê çendê em bawer dikin ku peymaneke li ser 3 şertên ku Bexdayê danine dê bê kirin."