Abdullah Tel
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
QUDS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bertek nîşanî daxuyaniya Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî da. Ruhanî piştî Zîrweya Sêalî ya ku Tirkiye, Rûsya û Îran beşdar bûbûn daxuyanî da û Îsraîlê sûcdar kir û got ku Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriyê dide terorîzmê.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser daxuyaniya Ruhanî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da û got: "Di bêmantiqiyê da sînor tuneye. Ahtepota terorê Îran rabûye Îsraîlê bi terorîzmê sûcdar dike. Heke haya Ruhanî ji kirinên terorî yên Feylak el-Qudsê (Hêzeke taybet a li ser Muhafizên Şoreşê yên Îranê ye) ku li Sûriyeyê pêk tîne, tuneye em haya wî pêbixin."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo Zîrweya Sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Îran beşdar bûn û li Qesra Serokomariyê hat kirin, hatibûn bal hev.
Ruhanî jî di çarçoveya zîrweyê da daxuyanî dabû û bal kişandibû ser herêma ev çend salin ku bi pirsgirêka terorê ra rû bi rû maye û got ku terorîst ji hêla hin welatan va tên perwerdekirin, ji hêla fînansê va piştgirî tê dayîn û ji wan ra çekên modern tên temînkirin.