Sekreterê Giştî yê YEyê Ban Kî-mun bi telekonferansê beşdarî civîna der barê tesdîqkirina pêşniyara mîsyona hevpar bû û wiha got: "Wextê me tune lê YE biryardar e ku bi RQÇKê re bixebite û vî karî xelas bike.
Tê payîn tîma ku dê ji 100 kesan pêk bê û dê ji hêla RQÇKê bê avakirin, xebatên xwe yên der barê îmhakirina çekên kîmyewî di 30yê meha Hezîrana 2014an de biqedîne.
Di daxuyaniya hevpar a YE û RQÇKê de hat diyarkirin ku di navbera 10 rojan de li 3 cih û waran lêkolîn çêkirin û dixwazin ku herin zêdetir cihan.
Ban Kî-mun roja duşemê raporeke 11 rûpelî pêşniyar kiribû KENYê û di raporê de xwestibû ku ew 100 kesên ji hêla YE û RQÇKê ve hatin hilbijartin ji îmhakirina çekên kîmyewî berpirsiyar bin.