CENEVRE
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) hişyarî da ku par di dinyayê de 584 hezar kes ji tayê mirin û hê li 97 welatî rîsk heye ku 3,2 milyar mirov bi tayê kevin.
RTDê rapora tayê ya 2013an eşkere kir. Li gor raporê di dinyayê de nêzî 584 hezar kes par ji ber tayê mirin, ji sedî 90ê wan ji welatên Efrîkayê ne.
Di raporê de hat gotin ku "Par 453 zarokên ku emrê wan hê nebûye 5 sal, ji tayê mirin. 437ê wan efrîkayî ne." û hat ragihandin ku li 97 welatî rîsk heye ku 3,2 milyar mirov bi tayê kevin û jê 1,2 milyar kes di rîskeke mezin de ne.
Nexweşiya tayê ji ber kermêşên ku mirovan vedide û parazîta berdide mirovan çêdibe û heke ev nexweşiya di demeke kurt de neyê tedawîkirin, mirov pê dimirin.