Sevim Hatun
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
STRAZBURG
Endamê Partiya Demokrat a Îtalyayê (PD) Michele Nicoletti bû Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE).
Li Strazburgê Lijneya Giştî ya serdema zivistana 2018an, ji bo hilbijartina serokê nû yê MPKEyê kom bû. Di hilbijartinê de tenê navê Serokê parlamenterê Îtalyayî Nicoletti hat pêşkêşkirin û Nicoletti bêyî hilbijartin wekî serok hat qebûlkirin.
Nicolettiyê ku wekî Serokê MPKEyê axaftina ewil kir got ku ji bo hat ser vê wezîfeyê serbilind e û spasiya hemî komên siyasî yên ku piştgirî danê.