Hat gotin ku li herêma Şerîaya Rojava ya Filistînê niştecihên cihû yên tundraw agir berdan mizgefta gundê El-Muxîrê.
Li gor agahiya ku ji şahidan hat stendin, niştecihên cihû yên tundraw agir berdan mizgefta gundê El-Muxîreya Ramallahê û li ser dîwarên mizgeftê li dijî ereban nivîs nivîsandin.
Gundî serê sibê diçin mizgeftê û dibînin ku agir berdane mizgeftê û hin derên mizgeftê şewitiye.
Filistîn û Îsrailê hê der heqê bûyerê de daxuyaniya fermî neda.
Piştî ku leşkerên Îsrailê bi potînên xwe ve ketibûn kuliyeya Mescida Eqsayê, hemû misilmanên li ser rûyê dinê bertek nîşan dabûn û piştî vê kirinê di navbera Filistîn û Îsrailê de rageşî zêde bû.