01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
CENEVRE
Raportorên mafên mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, ketina Amerîkayê ji bo welatiyên 7 welatên ku misilman lê zêde ne qedexe kir, ev biryar binpêkirina mafên mirovan a navneteweyî ye.
Raportorê Taybet yê Mafên Mirovan yên Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francois Crepeau, Raportorê Taybet yê Têkoşîna Nijadperestiyê yê NYê Mutuma Ruteere, Raportorê Taybet yê Têkoşîna Terorê û Mafên Mirovan a NYê Ben Emmerson, Raportorê Taybet yê Têkoşîna Îşkenceyê yê NYê Nîls Melzer, Raportorê Taybet yê Azadiya Dîn a NYê Ahmed Şahîd daxuyaniya hevpar da û bertek nîşanî Serokê Amerîkayê Trump da ku ketina welatiyên Iraq, Îran, Sûriye, Sûdan, Lîbya, Somalî û Yêmenê qedexe kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Biryarnameya ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 27ê rêbendanê da îmze kir; rêgezên mafên mirovan yên navneteweyî binpê dike."
Pisporên mafên mirovan yên NYê wiha hişyarî dan: "Qedexeya seyahetê ya Amerîkayê, rêgezên mafên mirovan yên Washingtonê binpê dike."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev biryarname eşkere cudahiyê dike û civata Îslamê xerab nîşan dide."
Raportor wiha axivîn:
"Biryara DYAyê ji Şerê Dinyayê yê 2emîn heta niha dibe sedema krîzeke navneteweyî û ji bo parastina koçberan astengiyan derdixe. DYA lazim e li gor peymanên navneteweyî hereket bike û kesên di navbera şer de mane û reviyane jî bipareze. Bi taybetî lazim e DYA deriyê xwe ji penaberên Sûriye û Iraqê re veke."
Serokê DYAyê Donald Trump bi biryarnameya di 27ê rêbendanê da îmze kir, ji bo DYAyê hatine penaberên Sûriyeyê betal kiribû û ji bo 90 rojan jî vizeya welatiyên Iraq, Îran, Sûriye, Sûdan, Libya, Somalî û Yêmenê dabû sekinandin.