T.T
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî êrîşa bibombe ya li Qamişloya navçeya Hesekê ya Sûriyeyê şermezar kir.
Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: "Ez êrîşa terorê ya li Qamişloyê ya ku bû sedema mirîn û birîndarbûna gelek sivîlan bi tundî şermezar dikim. Serê malbata kesên ku mirine sax be û Xwedê şifayê bide birîndaran. Rêxistina terorê DAEŞ dijminê hemû mirovahiyê ye. Ji bo ku terora li herêmê ji holê bê rakirin em ê her tim hemû derfetên di destên me de ne seferber bikin û em ê serkêşiya wê bikşînin."
Barzanî got ku ew ê alîkariya malbata kesên ku di vê êrîşê de mirine û birîndar bûne bikin.
Li navçeya Qamişloyê li nêzîkî baregeheke PYDê ya şaxa rêxistina terorê PKKê wesayîteke bombebarkirî hatibû teqandin. Di êrîşê de ji 35an zedetir kes miribûn û 70 kes jî birîndar bûbûn.
Ajansa nûçeyan a Amaqê ya ku nêzîkî rêxistina terorê DAEŞê ye daxuyandibû ku DAEŞê berpirsyariya vê êrîşê hildaye li ser xwe.