Serokê DYAyê Barack Obama destûr da artêşa DYAyê ku "heke Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya rêxistina terorê personelên DYAyê yên li bakurê İraqê tehdît bike" ji hewayê re êrîş bike.
Serokê DYAyê Barack Obama bişev li Qesra Sipî derket pêşiya kamerayê û li ser bûyerên li Iraqê axivî. Obama diyar kir ku balafirên DYAyê xwarin, xurek û av belavî iraqiyên ku ji Şengalê revîn û xwe li çiyayên Sîncarê wedişêrin kirin. Obama destnîşan kir ku ev alîkarî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hat kirin.
Obama diyar kir ku jin, mêr û zarên êzdî ji bo ku xwe xelas bikin revîne çiyayê Şengalê û li wir tî û birçîne û gelekê wan jî ji ber tîbûn û birçîbûnê mirin. Obama destnîşan kir ku DÎŞIyê ji bo kuştina êzdiyan bang kiriye û ev jî tê maneya komkujiyê.
Serokê DYAyê Obama eşkere kir ku artêşa DYAyê xwarin û xurekê kesên li çiyayê Şengalê mehsûr man belav dike û wiha got: "Vê hefteyê yekê iraqî got 'kes nehat alîkariya me'. Îro DYA diçe alîkariyê."
Obama eşkere kir ku 'heke rêxistina terorê (DÎŞI) ji bo ku Hewlêrê bi dest bixe pêş de here û li wir welatî û leşkerên DYAyê tehdît bike' destûr daye artêşê ku ji hewayê operasyonê bike.