MÛSIL
Hêzên pêşmergeyan ên Herêma Kurdistana Iraqê di çarçoveya operasyonên xilaskirina Şingalê da 15 milîtanên DÎŞIyê kuştin û 40 milîtan jî sax qefaltin û dîl girtin.
Fermandarê Qadê yê "Êzdiyên Dildar" Newaf Hedîda ku ji bo parastina Şingalê hat avakirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku operasyona pêşmergeyan û hin hêzên kurdan dewam dike.
Hedîda destnîşan kir ku li herêma Hamaşê ku li rojhilatê bakurê navçeyê ye di çarçoveya operasyonên xilaskirina Şingalê da 15 milîtanên DÎŞIyê kuştin û 40 milîtan jî sax qefaltin û dîl girtin.
Hedîda diyar kir ku piraniya milîtanên ku hatin kuştin û dîlgirtin welatiyên Iraqê ne û got ku "Terorîstên hatin kuştin keçên êzdî revandibûn."
Ji bo xilaskirina Şingala Mûsilê 7 roj berê hêzên pêşmergeyan û hin hêzên kurdan operasyon dabûn destpêkirin.