Nihat Kavşut,Abdullah Tel
25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar a Tirkan di çarçoveya operasyona Mertalê Feratê da li herêmên Barakah, Anîfah û Abu Hayja li bakurê Sûriyeyê operasyona esmanî birin ser 7 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û di operasyonê da 2 baregeh, 3 kozikên parastinê, wesaîteke biçek û cebilxaneyek hat îmhekirin û di pevçûnê da leşkerek şehît ket û 5 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku di serî da DEAŞ operasyona Mertalê Feratê ku li dijî rêxistinên terorê di 24ê Tebaxê da dest pê kir, di roja 94emîn da dewam dike.
Hat destnîşankirin ku di pevçûnan da leşkerek şehît ket û 5 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku 2 wesaîtên bizirx ên şer zirar dîtin û wek mayîn di pevçûnan da 4 mixalif şehît ketin û 25 mixalif jî birîndar bûn.
Di operasyonan de heta niha 94 hedefên DEAŞê xistin û cihên starbûnê, mewziyên parastinê, tesîsên qontrolkirina fermandariyê û hinek çek bi bombebaranê hatin îmhekirin.
Di 7 herekatên ji hewayê yên ku Fermandariya Hêzên Hewayî li dijî endamên DEAŞa rêxistina terorê yên li herêmên Barakah, Anîfah û Abu Hayjê kirin da 2 avahiyên baregehê, 3 kozikên parastinê, wesayîteke biçek û cebilxaneyek hatin îmhekirin.
Li ser xeta sînorê Sûriyeyê teyareyên bêmirov ên bi çek xebatên çavdêrî û keşfê didomînin.
Ji destpêka herekatê vir va 40 mayîn û hezar û 758 teqemenî hatin îmhekirin.