BEXDA
Berdevkê hêzên Haşdî Şabiya milîsên şiî Ehmed el-Esedî destnîşan kir ku ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê ji gelê bajêr yekîne tên avakirin û wê bên perwerdekirin.
Esedî der heqê DAEŞ û geşedanên li herêmê da li Bexdayê civîna çapemeniyê çêkir û diyar kir ku ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê ji gelê bajêr yekîne tên avakirin û wê li nav Enbar û Selahedînê di kampan da bên perwerdekirin.
Esedî destnîşan kir ku kesên ji Mûsilê yên dildar wê bên perwerdekirin.
Esedî diyar kir ku piraniya bajaroka Beyciyê hatiye xilaskirin û got pevçûn dewam dikin û wê di demeke nêz da rafîneriyê wergirin.
Esedî li ser pirsa wê operasyona Enbar û Ramadiyê çi çaxê dest pê bike wiha xeberda: "Ji bo operasyonê amadehiyên me temam in. Ji ber ku li Ramadî û Felluceyê sivîl hene karê me zor dibe. Em dixwazin di operasyonê da kes zirarê nebîne. DAEŞ bi taybetî li Felluceyê sivîla dimeilîne."