ERBİL
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqa federal (HKIF) Sefîn Dizayî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku bi pakêta demokratîkbûnê pirsgirêka kurd bi diyalog û aştiyê çareser bibe.
Dizayî li ser malpera hikûmetê ya fermî de daxuyaniyeke nivîskî da. Di wir de diyar kir ku pakêta demokratîkbûnê ji bo Tirkiyeyê gaveke baş e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev pakêt ji bo demokratîkbûnê gaveke girîng e û Dizayî wiha got:
"Em dixwazin ku bi pakêta demokratîkbûnê pirsgirêka kurd bi diyalog û aştiyê ve çareser bibe. Em hêvî dikin ku pakêta demokratîkbûnê bi prensîb û rêzikên xwe ve bibe sedem ku demokrasî bêtir çêbibe. Em daxwaz dikin li Tirkiyeyê ku her kes sûdê ji vê bigre. Înşallah ev dê bibe destpêkeke baş. Divê piştgirî bê dayîn."