Penaberên ku li Hewlêra Herêma Kurdistanê di Kampa Bahirkayê de dijîn, ji ber hewaya germ a ku digîhîje 45 pileyî aciz dibin û hewl didin ku di nav vê rewşa dijwar de bijîn.
Di kampê de her tim ceyran diçe û ji ber vê gelek caran klîma naxebitin. Dema klîma naxebitin jî konên pîne ji germê disincirin. Penaberên ji Telafera navçeya Mûsilê xwe spartine Hewlêrê ji ber vê rewşê û germê perîşan dibin.
Di Kampa Bahirkayê pirsgirêka din a mezin jî av e. Rojê carekî av tê û penaber bîdonên xwe tije dikin ku bêav nemînin, lê ev ava ku tije dikin jî gelek caran têra wan nake.
Operasyona Mûsilê her tim tê taloqkirin. Niha jî tê gotin ku operasyona Mûsilê ya ji destê DAEŞê xilaskirin wê biharê bê kirin. Ji ber taloqkirinê êdî hêviyên penaberan şikestiye û ew pir xemgînin ku ji bilî Mûsilê Enbar jî kete destê DAEŞê.
- "Li kampê jiyan zehmet e"
Ehmed Hesenê ku di kampê de bi malbata xwe ve dijî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber germa havînê di konan de jiyan her diçe zehmettir dibe.
Hesen wiha axivî: "Ji ber ku ceyran her tim diçe klîma naxebitin, em ji germê aciz dibin. Herî zêde zarok, kal û pîr zehmetiyan dikşînin."
Garbiye Şerîfeya ku 65 salî jî wiha axivî: "Ez nexweş im û ev du meh e li erdê me. Çermê lingên min dişemitin, destên min jî nagre, ez nikarim bi destên xwe ve tiştekî bigrim. Hewa pir germ e û li vir jiyan zehmet e. Em dixwazin êdî vegerin welatê xwe. Ez dia dikim ku remezan bibe wesîle ku em vegerin malên xwe."
Huseyîn Mihemed jî got ku ev saleke ew penaber in û êdî dixwazin vegerin malên xwe û wiha dewam kir: "Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî ne serokê me ye. Ji roja ku em hatine li vir û heta niha me rûyê wan nedît, alîkariya me nekirin. Gotin ew ê biharê Mûsilê ji destê DAEŞê xilas bikin. Em kêfxweş bûn, lê nebû. Hêviya me dîsa ma bihareke din."
Bajarê Mûsilê di 14ê hezîrana 2014an de ketibû destê DAEŞê. Piştî ku Mûsil û bajarên din ketin destê DAEŞê bi hezaran kesî koçî cihên din kiribûn. Wezareta Penaberan û Koçkirinê ya Iraqê daxuyandibû ku hejmara penaberan ji 3 milyonan derbastir bûye.