ŞANLIURFA
Penaberên ji Kobanê yên ku ji ber pevçûnên rêxistina terorê DÎŞIyê û hêzên kurd xwe spartine Tirkiyeyê li bendê ne ku vegerin welatên xwe.
Pevçûnên li Kobanêyê qasî 5 meh berê dest pê kir. Niha ji navendê kêm bibe jî bêtir li derveyî herêmê dewam dikin. Her çiqas hêzên koalîsyonê alîkariya hêzên kurd bikin jî, pevçûn hê dewam dikin.
200 hezar penaberên ku xwe spartin Tirkiyeyê ji ber ku şer hê neqediyaye li ber xwe dikevin û vegera welatê xwe xeyal dikin.
Her çiqas li welatê wan kevir li ser kevir nemabe, mal û welatê wan xirab bibe jî penaber dîsa jî dixwazin vegerin welatên xwe.
- "Li bendê ne ku ewlehî çêbibe"
Penabera bi navê Fîdan el Ehmed ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew 2 meh berê bi herdu zarokên xwe re ji Kobanêyê hatiye Tirkiyeyê û niha li konbajêr dimîne.
Umran Teyro jî got ku ew 4 meh berê hatine Sirûca navçeya Rihayê û ji xwe re malek kirê kirine, lê dema ku perê wan têrê nekiriye şerpeze bûne, ji wir derketine û çûne xwe spartine konbajarê.
Teyro wiha axivî: "Heta ku DÎŞI ji welatê me dernekeve em nikarin herin. Mal û avahiyên me ji ber pevçûnan xirab bûn. Heke mal û avahiyên me ji nû ve bên çêkirin em dikarin vegerin."
Hesen Tebo jî got ku jiyana xeribiyê pir zehmet e û ew dixwazin vegerin welatên xwe.
Tebo wiha axivî: "Kobanê ji nû ve bê avakirin ez dixwazim îro jî vegerim, lê ew der bûye xirabe. Pevçûn dewam dikin. Em li bendê ne ku ewlehî pêk bê û em paşê vegerin. Piştî ku ewlehî çêbû ez ê 9 zarokên xwe hildim û herim. Welatê min ji her tiştî bi qîmettir e."