SILÊYMANÎ
Li Silêymaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) penaberên ku di konbajaran de dimînin ji ber berf û sermayê rojên dijwar derbas dikin.
Rewşa malbatên ku di Konbajara Arbatê ya ku 15 kîlometro dûrî navenda bajarê Silêymaniyê ye, dimînin ji ber şert û mercên hewayê, kêmasiya binesaziya di kampê de û ji birîna cêyranê dilê mirov disotîne. Penaber di konên bêhewing de dimînin û hat diyarkirin ku piraniya penaberan ji ber sermayê nexweş ketin.
Ji niştecihên kampê Şemo Mûrada êzdî diyar kir ji ber ku bi destpêkirina zivistanê rewş her ku diçe xerab dibe û wiha axivî: "Her dem cêyran tên birîn, di gelek konan de sobe tune. Em zehfî caran xwe bi betaniyan dipêçin û hewl didin ku xwe germ bikin. Herî zêde zarok ji sermayê aciz in. Hema bêje hemû newxweş in. Em perîşan in."
Yek ji niştecihên kampê Hediye Munîr Salih jî bi ava sar beravê dike. Salihê kêmasiya şertên germbûnê destnîşan kir û wiha axivî: "Têrî xwe sobeyên me tunin. Ji ber ku ava germ tune em nikarin serê zarokên xwe bişon."
Penaberên iraqî li malên xwe nebin jî dîsa nanê xwe di tendûrê de dipêjin. Komek jin li tendûra ku li kampê çêkiribûn, nan dipêjin. Jinan got roja ku dê vegerin malên xwe "cejna wan a rastîn" e.