Kasım İleri
23 Mijdar 2022•Rojanekirin: 23 Mijdar 2022
Sabrîna Sîngha Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku geşedanên li Sûriyeyê temaşe dikin û bang kir ku rageşî bê kêmkirin.
Sînghê di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane da bersiva pirsên der barê Herekata Pençe-Kiliç a Tirkiyeyê ya dijî PKK/YPGya rêxistina terorê û êrîşên PKK/YPGyê da.
Sînghê got ku "Em tiştên li sehayê diqewimin dişopînin. Em wek wezaret bang dikin ku hemû teref bila ji her aliyê va rageşiyê kêm bikin. û îdia kir ku her cure êrîşên hemû aliyên li herêmê bandorî têkoşîna dijî terorê dike. Sînghû ragihand ku Amerîkayê cihê xwe yê li herêmê neguhertiye.
Sînghê nexwest ku bersiva pirsa wekî "Ji hemû terefan qesda wê çi ye" bide û got ku "We ji çavkaniyên eşkere dît, Tirkiye hefteya borî rastî êrîşekî hat, pişt ra me dît ku li Iraq û Sûriyeyê êrîşîn asîmanî tên kirin. Em bangî hemû aliyan dikin ku bila pevçûnan birawestînin. Hûn dizanin armanca artêşa Amerîkayê ya wir ew e ku DEAŞ bi temamî têk biçe. Ev êrîş ji vê armancê dide sekinandin û di mijara têkçûna DEAŞê da destkeftiyên koalîsyona navneteweyî dixe xetereyê."
Ji hêla din va John Kîrbyê Dîrektorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî jî der barê mijarê da gotibû ku "Tirkiye bi taybetî li başûrê xwe ji ber tehdîda terorû ya meşrû mizdarîb e. Helbet her cure mafên wan heye ku xwe û welatiyên xwe biparêzin."