Nuri Aydın
25 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) îdia kir ku Yevgenîy Prîgojînê avakarê Wagnera koma şervan a peretî ya Ûris ê jeta wî ya taybet li Tverê ket û can da, hatiye kuştin.
Li gor nûçeya The Hillê Berdevkê Pentagonê Tuxgeneral Pat Ryde der heqê mirina Prigojîn da daxuyanî da çapemeniyê.
Ryde destnîşan kir Amerîka xwedî wê qinaetê ye ku Prîgojîn hatiye kuştin û wiha domand: "Li gor nirxandina me ya ewil a dispêrin faktorên curbecur nîşan dide ku îhtimal heye ew hatiye kuştin."
Ryde ji bo îdiayên ku jeta taybet bi pergala moşekê ya ji bejayê berdan va hat daxistin jî got ku tu agahiyeke vê îdiayê piştrast bike tuneye. Ryde li ser îdiaya ku di jetê da bombeyek teqiyaye jî tu şîrove nekir.