Abdullah Tel
06 Adar 2021•Rojanekirin: 07 Adar 2021
Wesayîta keşfê ya bi navê "Perseverance"ya Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) gera xwe ya ewil a li Marsê temam kir.
Perseverance ya wesayîta keşfê ku daketibû Marsê piştî du hefteyan di 4ê Adarê roja pêncşemê da qasî 6 mêtro û nîv ji cihê lê bû pêşva çû.
Ji endazyarên Perseveranceyê Anais Zarifian bo kêfxweşiya xwe ya ku wesayîta keşfê ya li Marsê şixûlî wiha got: "Hûn dikarin rêçên tekerên me ku li Marsê çêbûne bibînin. Min qet texmîn nedikir ku dema ez şopên tekeran bibînim ez ê evqas kêfxweş bibim."
Perseverance di 30yê hezîrana 2020î da ji platforma li Florîdayê hat şandin û piştî rêwîtiyeke biqasî 7 mehan û 470 milyon kîlomêtroyî di 20 sibatê da karîbû ku li rûyê Marsê peya be.
- Wesayîta herî pêşketî ya şandine Marsê
Perseverance li Laboratuvara Jet Propulsionê ya NASAyê ya li Calîfornîayê hat çêkirin û bi sotemeniya plutonyumê dixebite, ev wesayît ji nav wesayîtên ku heta niha şandine Marsê da xwedî taybetmendiyên teknolojîk ên herî pêşketî ye.
Saziya fezayê eşkere kiribû ku ji bo xebatên binesaziyê yên ji bo pêkanîna mîsyona nû ya li Marsê 2,4 milyar dolar, ji bo ku wesayît li rûyê gêrestêrkê dane û pergala ku wê bide xebitandin 300 milyon dolar hat xerckirin.
Tê plankirin ku Perseveranceya ku xwedî analîzora kimyayî, 20 kamere, matqaba tehtan a ji bo berhevkirina nimûneyan, "destekî" wê ya robotîk û firokeyeke wê ya biçûk heye ji bo keşifkirina rûyê wê 2 salan li Marsê bimîne.