ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der barê nîqaşên dibêjin ku dê Abdullah Ocalan di Newrozê de bi vîdeoyê peyamê bide de got "Ev yek li dijî qanûnên me nîne. Qanûnê dayne aliyekî, heke di mijara aştiyê de pêngaveke cidî bê avêtin peyama bidîmen dê piştgiriyeke mezin bide. Ji aliyê siyasetê ve jî helwesta rast ev e."
Demirtaş bi lijneya bi wî re Navenda Giştî ya Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Haci Bekta Welî ziyaret kir. Serokê Giştî yê Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Haci Bektaş Welî Ercan Geçmez pêşwaziya Demirtaş û kesên bi wî re kir. Demirtaş û kesên bi wî re pişt re bi Postnişînê Dergaha Haci Bektaş Welî Veliyettîn Ûlûsoy re hevdîtin kir û çapemeniyê nekarî bikeve hevdîtinê.
Demirtaş beriya hevdîtinê bersiva pirsên rojnamevanan da. Ji Demirtaş pirsîn ka gelo daxuyaniya Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ya wekî 'Newroz dê di pêvajoya çareseriyê de bibe merheleyeke girîng' çawa dinirxîne. Demirtaş li ser vê pirsê wiha bersiv da:
"Di van rojên beriya me de lijneya me dê biçe Îmraliyê. Em nizanin ka dê ji hevdîtina ku wê bê kirin encameke çawa derkeve û bangeke nû ya Newrozê bê an na. Tenê piştî ku hevdîtin hat kirin em ê vê bihesin. Di vê merheleyê de hê jî tiştek tune."
Demirtşa li ser pirsên der barê 'Gelo di mijara diyarkirina lijneya şopandinê de tu pêngav hatin avêtin an na, kesên di lijneyê de kî ne û lijne dê biçe Girava Îmraliyê an na?' wiha axivî:
"Di mijara lijneya şopandinê de hê jî tu geşedan tune. Em ev çendî mehên li benda lijneya şopandinê ne û hêvî dikin ku lijne biçe. Hê jî hikûmetê tu tişt ranegihandiye me ka gelo di vê mijarê de dê tu pêngavên berbiçav biavêjin an na. Em hêvî dikin ku çêbe. Em kêrhatî dibînin ku bi lijneya şopandinê re biçin giravê. Hin kesên di lijneyê de re hevdîtin hat kirin lê me jî li ser lîsteyeke berfireh a rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîran nîqaşek kir. Di dawiyê de ji ber ku Girava Îmraliyê girtîgeheke girêdayî Wezareta Edaletê ye destûra fermî ya Wezareta Edaletê hewce dike. Hem divê hikûmet jî ji aliyê siyasetê ve di vê mijarê de vînekê nîşan bide. Geşedenake berbiçav a ku ragihandine me tune."
-"Ji bilî hin nîqaşên spekulatîf hikûmetê tu biryar nedane"
Demirtaş da zanîn ku dîroka hevdîtina nû ya bi hikûmetê re diyar nîne û der barê mijara ku gelo Abdullah Ocalanê di Newrozê de bi dîmen peyamê bide an na de wiha axivî:
"Ev yek li dijî qanûnên me nîne. Qanûnê dayne aliyekî, heke di mijara aştiyê de pêngaveke cidî bê avêtin peyama bidîmen dê piştgiriyeke mezin bide. Ji aliyê siyasetê ve jî helwesta rast ev e, lê ji bilî hin nîqaşên spekulatîf hikûmetê tu biryar nedane. Wekî min gotî hikûmet niha tenê ji derve bi saya qunciknivîsan car carna jî di ber xwe de diaxive û hewl dide ku raya giştî berhêlî bike. Wisa dikin ku mirov dibêje geşedaneke berbiçav heye lê tu geşedanên berbiçav ê ku gihiştine ber destê me tune."
Hakan Fîdan bernamzediya parlementeriyê ya AK Partiyê paş ve kişand û pişt re ji nû ve wek Misteşarê MÎTê hat tayînkirin. Ji Demirtaş nêrînên wî yên der barê vê yekê de hatin pirsîn û Demirtaş wiha bersiva vê pirsê da:
"Ew bi xwe vî karî dizanin, biryar biryara wan e. Parlementeriya Hakan Beg mijareke ku me eleqedar dike nîne. Ev yek dide der ku di nav hikûmet û AKPê de pevçûn û rageşî hene. Em bi aliyê siyasî yê mijarê re eleqedar in. Kesekî ku ji aliyê nasnameya xwe ya siyasî ve xwestiye ku ji AKPê bibe namzed pişt re vegeriyaye serê MÎTê, gelo ev dibe pirsgirêk? Bila li qisurê nenêrin lê gelo heta îro tu Misteşarên MÎTê yên bêalî hebûn? Di dîrokê de serê kîjan saziya îstixbaratê bêalî bû kî, li bendê ne ku Hakan Beg jî bêalî be. Ew jixwe bi awayekî eşkere AKPyî bû. Ev yeka bi serlêdana namzediyê îlan kir, gelo rewş guherî? Nexêr. Me jixwe dizanibû ku ew AKPyî ye. Tenê ev yeka teşhîr kir. Lê derdikeve holê ku qeyrana di nav AKPyê de her çiqasî diçe dibe sedema bêewlehiyê, kûr dibe, bi atmosfera bêewlehiyê ya ku Birêz Serokomar derxist holê aborî wisa ketiye zorê ku eqlê mirov jê nabire, zêdebûna dolar ji vê atmosfera bêewlehî çêdibe. Misteşerê MÎTê jî îstifa kir û dîsa paş ve vegeriya û ev jî tam helwesteke li gor AKPyê ye. Ne guh didin qanûnên, ne jî guh didin Destûra Bingehîn, ne jî teamulên siyasî. AKP hîn bûye ku bi vî awayî welêt bi rê ve bibe."