Abdullah Tel
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 16 Mijdar 2018
LONDON
Li Îngilistanê Wezîrê Brexitê Domînîc Raab û Wezîrê Dewletê yê Berpirsê Îrlandaya Bakur Shailesh Vara bi hinceta peymana ku bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra hat çêkirin îstifa kirin.
Raab ji ser hesabê xwe yê Twîtterê îstifaya xwe da bihîstîn û got: "Ez wisa bawer dikim ku verastkirina ji bo Îrlandaya Bakur tê pêşkeşkirin ji bo yekîtiya axa Îngilistanê talûkeye. Di mijara veqetîna da jî ez nikarim pişgirî bidim wê xala tewdîrê ya ku heqê vetoyê dide Yekîtiya Ewropayê."
Wezîrê Dewletê yê Berpirsê Îrlandaya Bakur Shailesh Vara jî serê sibehê bi heman hincetî îstifa kiribû.
Di referanduma 23ê hezîrana sala 2016an da li Îngilistanê hat kirin da biryara veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê derketibû.