Di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de ji ber sewqiyataneftê qeyran derketibûn. Li ser vê her du aliyan ji bo çareseriyê komîsyon ava kirin û ev komîsyon xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de meclisa Iraqê û "komîsyonên neft û xazê" yên parlementoya herêma Kurdistanê li Hewlêrê hatin bal hev û biryar dan ku bi hev re bixebitin.
Endamên komîsyonê li parlementoya herêma Kurdistanê civiyan û pişt re daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan.
Serokê Komîsyona Neft û Xazê ya Meclisa Iraqê Arez Abdullah got: "Der heqê mijara neftê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de, me xwest ku em komîsyona parlementoya herêma Kurdistanê re hevdîtinê bikin. Me xwest ku em însiyatîfê hildin û her du aliyan nêzî hevdu bikin. Di hin meseleyan de em li hev nekin jî em nêzî hev difikirin. Her du alî jî dixwazin ku pirsgirêk bi diyalog û mizakereyê ve bê çareserkirin."
Abdullah daxuyand, ji ber ku pere di bankeyan de pere tuneye, hikûmeta Iraqê pereyê Hewlêrê neşand û wiha dewam kir: "Heke hinceteke din hebe, em ê lêkolînê bikin û encamê bi gelê herêma Kurdistanê re parve bikin."
Abdullah got ku her du komîsyonan di gelek mijaran de biryar da ku bi hev re bixebite, li gor vê ji bo ku peymana navbera Hewlêr û Bexdayê de bimeşe, hewl wê bê dayîn. Abdullah ragihand, zagona neft û xazê tê de, xebat wê bên kirin ku mafê her aliyî bê parastin.
Serokê Komîsyona Neft û Xazê ya Parlementoya herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet got: "Ji bo ku di navbera her du komîsyonan de xebata şirîk bê kirin, me hevdîtin kir. Lewra li gor me "komîsyonên neft û xazê" yên Meclisa Iraqê û Parlementoya Herêma Kurdistanê dikarin bi hev re gelek xebatan bikin."
Cewdet li peymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin sekinî û wiha got: "Li gor agahiyên ku Wezareta Çavkaniyên Siruştî da, herêma Kurdistanê rojê 400 hezar warîl neft derdixe. Li gor peymana ku bi Bexdayê re hat kirin, 250 hezar warîl li ser navê hikûmeta Iraqê tê îxrackirin. 120 an jî 150 hezar warîlneft jî ji bo pêdiviyên navxweyî û ji bo deynê hikûmetê tê xerckirin. Bi taybetî jî deynê şirketan tê dayîn."
Parlementerê Parlementoya Iraqê Kava Mahmut jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku der heqê budçeya peymana Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêk neman û para HKIyê ji sedî 17 hat kifşkirin.
Mahmut got ku nefta ku rêvebiriya kurdan derdixe, derneket 550 hezar warîlî, hikûmeta Iraqê jî hê qet pere neşandiye û wiha pê de çû: "Herêma Kurdistanê dibêje ku ew ê di nav salekê de derkevin 550 hezarî. Nikare rojê 550 warîlî ji Lîmana Ceyhanê re bişîne. Divê Hewlêr û Bexda li ser vê mijarê bisekine û vê yekê çareser bike. Nêçîrvan Barzanî wê di demeke kurt de here Bexdayê û ew û Haydar el Îbadî wê li ser vê mijarê bisekinin. Ji bo her du aliyan jî rewşeke erênî heye ku mijar çareser bibe. Ez wisa difikirim ku pirsgirêk wê bi fêm û ferasetê were çareserkirin."