05 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên G20ê bibe çûbû Hangcouya bajarê Çînê. Erdogan li wir civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê gelek mijarên girîng de axivî.
Erdogan got ku Tirkiye bibiryar e ku li hember terorê têkoşîna xwe bidomîne û wiha axivî: "Divê em hemû bi hev ra helwesta ku DAÎŞ, PKK, PYD, YPG û FETOyê ji hev diqetîne red bikin, li dijî hemû rêxistinên terorê demildest têkoşîneke biprensîp bidin destpêkirin. Çi dibe bila bibe, em biryardar in ku têkoşîna dijî terorîzmê bi biryardarî bidomînin. Hem ez wek Serokomar hem hikûmeta me di vê mijarê da biryardar e. Operasyona Cerablûsê nîşaneya biryardariya Tirkiyê ye. Piştî hewla derbê ya 15ê tîrmehê li welatê me Rewşa Derasayî hat îlankirin. Ev rewş tenê ji bo ku bi rêxistina FETO ra bi awayekî xurt û zûtir têkoşîn were dayîn û di vê çarçoveyê da cardin rêxistinîbûn e. Mebest ev e."
- "FETO li 170 welatan wek şebekeyeke kurewî dixebite"
Serokomar Erdogan bangî welatan kir ku bila der barê rêxistina terorê FETOyê de baldar û hesas tevbigerin û wiha got: "Divê neyê jibîrkirin ku ev rêxistina terorê ya ku jê re dibêjin FETO li dervayî Tirkiyeyê, li 170 welatan wek şebekeyeke kurewî dixebite. Ez bangî hemû dinyayê dikim ku hemberî vê rêxistinê ya ku bawerî, perwerde, xêrxazî û têkîliyên aboriyê ji xwe re bi kar tîne û xebatan dike, bila hesas tevbigerin.
- "Krîza Sûriyê îro jî birîneke dinyayê ye"
Erdogan bal kişande qeyrana Sûriyeyê û penaberan û wiha axivî: "Krîza Sûriyê, li aliyekî bûye sedem ku li nava welat însan bimirin û rêxistinên terorê fealiyetê bikin, li aliyekî din jî bûye sedem ku însan bibin koçber û welatê xwe biterikînin. Ev qeyran îro jî birîneke dinê ye. Helwesta welatên rojava, xusûsen di pirsgirêka penaberan da xwe dispêre fikarên ewlekariyê û heta yên nijadperestiyê. Ev helwest, ji bo mirovahiyê rûreşiyek e. Ji niha pê da hejmara kuştiyên li Sûriyê ji 600 hezarî boriye. Li ciyekî ku lê 600 hezar însan hatine kuştin, heger meriv bixwaze ku Esedê qatil li ser wezîfeyê bimîne, li gorî min ji bo mirovahiyê, ji bo me şermeke mezin e."
- "Cerablus sînorê me ye"
Erdogan der barê operasyonên li Cerablusê de wiha got: "Operasyonên me yên ku li bakurê Sûriyeyê li hember yêkitiya axa Sûriyeyê tevgerek nîne, Cerablus sînorê me ye. Mixabin bi mehane ji Cerablusê roketan diavêjin axên me. Waye herî dawîn di dawetekê de bombeyan bi zarokekî 14 salî ve girêdan û teqandin. Di encamê de 56 kes mirin û qasî 100 kesî jî birîndar hene. Ev bûyer ji bo me bû destpêkeke eşkere."
- "Vêga li Cerablusê DAÎŞ tune"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku nila li Cerablusê DAÎŞ tune û wiha dewam kir: "Em digel xelkê Cerablusê ku muxalifên netundrew in, ketin nava Cerablusa Sûriyê û bi vî awayî me DAÎŞ ji Cerablusê qewitand. Vêga li Cerablusê DAÎŞ tune, ew der bi temamî hatin valakirin. Aniha xelkê wir bixwe li Cerablusê bicih bû. Rûniştvanên Cerablusa ku nifûsê wê nêzîkî 100 hezarî ye, êdî digel zar û zêçên xwe bi ken û xweşî li wir bicih bûne."