16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2016
DUHOK
Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê dixwaze xwe meşrû bike û got ku sedema bêîstiqrariya li wê derê jî PKKê nîşan dide.
Barzanî beşdarî konferansa bi temaya "Serxwebûna Kurdistanê, Zehmetî û Firsend" ve bi destê Zanîngeha Duhok Amerîkanê hat organîzekirin, bû.
Di panela 2yemîn a konferansê da Barzanî pirsên ku jê hatin kirin bersivand, qala têkîliyên bazirganiyê yên di navbera HKI-Tirkiyeyê, hebûna PKKê ya li Şengalê, rûdanên li bakurê Sûriyeyê û pêvajoya guftûgoya ku ev demek e bi hikûmeta navendî ya Iraqê ra tê birêvebirin, kir.
Serokwezîrê HKiyê Barzanî pirsa li ser mijara plana Şengalê bersivand û wiha got: "Şengal li gor me cihekî pir girîng e. Tiştên ku hatin serê êzdiyan pir xerab bûn. Hedefa sereka ya Serokê Kurdistanê paşvestandina Şengalê bû. Mijara ku ew der wê bi çi awayî û ji hêla kê va bê birêvebirin eşkere ye. Ji bo vê yekê divê gelê wê derê biryarê bide. Lazim e ku PKK wek hêzekê li wê derê nemîne û ji Şengalê vekişe. Bi hinceta parastina êzdiyan hebûna wê ya li wir nayê qebûlkirin. Divê Hikûmeta Kurdistanê ji bo rakirina sedemên bêîstiqrariyê hewl bide. Di mijara Şengalê da birayên me yên kurd ên ji Sûriyeyê alî me kirin û me jî ji wan ra spas kir. Lê PKK divê li wê derê nesekine lewra ev sedemên bêîstiqrariyê ne. Heta welatî ji ber hebûna PKKê ya li wê derê nikarin vegerin ser mal û milkên xwe."
- Rewşa li bakurê Sûriyeyê
Li ser pirseke der barê siyaseta hikûmeta HKIyê ya li ser bakurê Sûriyeyê da Barzanî got, "Li Rojavayê, li Sûriyeyê dibê gelê me bigihêje heqên xwe. Sîstema ku li wê derê pêk tê dîktatorî ye. Gelek merivan diavêjin zîndanan. Dibê ez vê eşkere bêjim ku ew bûne hêsîrên PKKê (PYD) û dibê xwe ji vê esaretê xilas bikin. Di heman demê da dibê PKK ji bo xwe meşrû nîşan bide wan bi kar neyne. Li gor min sedema bêîstiqrariya li wê derê dîsa li PKKê dizvire. Li rojavayê rêveberiya nika di nav siyaseteke şaş da ye."
Viyan Dexila Parlementera Êzdî ya Meclisa Iraqê got, "We qet mijara PKK bi Bexdayê ra xeber da? li ser vê Barzanî wiha got:
"Me bi Bexda û hemû aliyan ra ev xeber da. Me ji wan ra got ku di destê me da bi dehan belge hene ku nîşan didin Bexda alîkariyê dide PKKê. Dîsa me ji wan ra got ku ev feydeyê nade tu aliyî û siyaseteke şaş e."
- Têkiliyên Hewlêr-Enqereyê
Barzanî li ser pirseke der heqê Tirkiyeyê de jî wiha got:
"Têkîliyên me yên bi Tirkiyeyê û cîranên me yên din re di asteke normalde ye. Peymana me ya îxracata neftê ku me bi Tirkiyeyê ra îmzekir tiştekî veşartî nîne, peymaneke aboriyê ye. Têkilîyên me şibîta berê didomin. Ji bo ku navbera Bexda û Enqereyê jî baş bibe em amade ne."
- Serxbûna HKIyê
Barzanî der heqê serxwebûna heremê da jî wiha peyivî:
"Serxwebûn mafê me ye. Ziman û çanda me cuda ye. Wekî em behsa serxwebûna Kurdistanê dikin em hez nakin bi hikûmeta Iraqê ra şer bikin. Em hez dikin meseleyan bi diyalogê çareser bikin. Wekî em bi wan ra diaxivin me fehm dikin. Ramaneke cuda di navbera me de tuneye. Niha ya girîng ew e ku DEAŞ ji holê bê rakirin, paşê ji bo me ya girîng û hedefa me meseleya serxwebûnê ye."