Abdullah Tel
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
LONDON
Hat ragihandin ku ji warisên textê qraliyeta Îngiltereyê Prens Harry û lîstikvana amerîkayî Meghan Markle destgirtî bûn.
Ji Clarence Houseya avahiya Charles ê Prensê Gallerê ku bavê Harry e daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê da hat gotin ku Harry û Mark serê vê mehê li Londonê nîşan kirin.
Hat destnîşankirin ku dawet jî di mehên biharê da wê bê kirin û Qesra Kensingtonê ji xwe ra bikin mal.