21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Selahaddînê Dr. Mûsa Kaval ji bo pêvajoya çareseriyê ku hikûmeta AK Partiyê li Tirkiyeyê dabû destpêkirin got: "Pêvajoya çareseriyê di dîroka me ya nêz de projeya herî sekeftî ye, lewra ji aliyê herkesî ve hatiye erêkirin."
Kaval daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê pêvajoya çareseriyê, bûyerên terorî yên li herêmê, tesîra wan a li ser gelê Tirkiyeyê û "rêveberiya xweser" a ku PKKya rêxistina terorê îlan kiribû de fikr û ramanên xwe parve kir.
- "Pêvajoya çareseriyê projeya herî serkeftî ya dîrokê ye"
Kaval der heqê pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê kiribû de got: "Pêvajoya çareseriyê di dîroka me ya nêz de projeya herî sekeftî ye, lewra ji aliyê herkesî ve hatiye erêkirin. Kurd, tirk û raya giştî ya navneteweyî ev yeka qebûl kirin. Kêfa me hemûyan bi vê rûdanê hat."
Kaval destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê bû destpêka hêviyên bi salan e gelek kes li bendê bûn û wiha dewam kir: "Lê mixabin hin hêzên ji hundir û derveyê welêt bûn sedema sekinîna pêvajoya çareseriyê. Ez naxwazim bibêjim serobin bû û yan jî qediya. Ez hêvî dikim ku wê dewam bike. Lewra pêvajo he ji beriya ku haya raya giştî jê hebe jî hebû. Hin caran bi pirsgirêk be jî dewam kir. Hindik mabû ku em mizgîniyê hildin. Lewra kurd, tirk, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenan li ser vê li hev kiribû."
Ji bo berdewamiya pêvajoyê jî Kaval got ku lazim e mekanîzmayeke xurt bê avakirin û wiha pê de çû: "Bi vî awayî ew dînamîtên ku aştiyê hildiweşînin nikarin pêvajoyê bixitimînin û ji holê rakin. Siyasetmedar û akademisyen divê ji bo avakirina mekanîzmeyeke wiha hewl bidin. Ez behsa mekanîzmayeke ku wê tundiyê mehkûm bike, dikim."
- "Tirk û kurd nikarin ji hev veqetin"
Kaval ragihand ku tirk û kurd ev demeke dirêj e bi hev re dijîn û xwediyê çand û dîrokeke hevpar in ji ber vê jî ne mimkun e gelê wan ji hev biqetin û wiha domand: "Pêvajo divê ji bin hikmê îradeyan derbikeve û bibe realîte. Xelk di vê meseleyê de divê bibe hakem. Lazim e ev pêvajo teqez bigihêje armanca xwe."
Kaval got ku kurdên ji Tirkiyeyê di serî de yên Îran, Sûriye û Iraqê jî gelek piştgirî dan pêvajoyê û wih pê de çû: "Dema ku tundî tunebe wê aramî bi cih bibe, aborî û bazirganî wê pêşve biçin, hemû xebatên çandî û yên din wê zêde bibin, milet wê zêdetir bixwîne. Pêvajoya çareseriyê ji bo herêma Kurdistanê jî pir bi kêr hat. Birêz Mesûd Barzanî û rêvebirên din ji bo serfiraziya pêvajoya çareseriyê gelek hewl dan. Lewra tu bixwazî jî nexwazî jî rûdanên ku li Tirkiyeyê diqewimin li herêma Kurdistanê xwedî tesîr in. Heke şer tunebe û aramî hebe ev yek gelekî bi kêrî Hewlêrê tê."
- "Hincetekî maqûl ê PKKê tuneye"
Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Selahaddînê Dr. Kaval bal kişand ser şer û pevçûnên ku ji nû ve dest pêkirin û wiha got: "Tu sedemeke maqûl tunebû û tundiyê ji nû ve dest pê kir. Bêguman li hundir û derveyê welêt hêzên ku naxwazin aştî û aramî bên, hene. Welatên cîran û ên dûr ên ku naxwazin aştî û aramî bê teqez hene. Lê ez herî zêde ji hêzên nav welêt gilîdar im."
Kaval diyar kir ku ji vê saetê bi şûn de bi têkoşîna çekdarî tu encam dernakeve û wiha dewam kir: "PKK ev 30 sal e ku çekan bi kar tîne lê heta niha tu encamek bi dest nexistiye. Hat fehmkirin ku ev yek bi çekan nabe. Rêya herî baş û maqûl guftûgo û hevdîtin e. Teqînên li Diyarbekir û Sirûcê divê nebûyana sedema şerê li bajarên din."
- "Rêveberiyên xweser" qaşo ên ku PKKê îlan kir
Kaval got ku lazim e meriv daxwazên xwe yên siyasî û civakî bi rêyên demokratîk piştgiriya hêlên sivîl ve bixwaze û axaftina xwe wiha domand: "Hin kes rabin bibêjim me filan tişt kir, wiha kir, nabe. Rêveberiya Xweser bi yek aliyî ve nabe. Heke bibe ji bo wê rêgezên aştiyane hewce dike. Di şûna çekan de divê rêyên guftûgoyê bên bikaranîn."
Kaval ragihand ku li Tirkiyeyê partiyên ku federalîzmê dixwazin jî hene û ji bo vê jî HAK-PAR mînak nîşan da û wiha pê de çû: "Mesela dema ku hûn dibêjin xweserî çi tê fehmkirin? Mesela bila HDP xweseriyê bike nav bernameya partiya xwe û vê yekê bixwaze. Li Tirkiyeyê partiyên ku federalîzmê dixwazin hene. HAK-PAR partiyeke wiha ye mesela. Lê ev daxwaz ji bo kuştina mirovan û hilweşandina bajaran nabe sedem."