13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
HATAY
Sekreterê Giştî yê Komeleya Tirkên Sûriyeyê Ehmed Wezîr diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê da alîkariyên ku tên dayîn nadin kurdan didin PYDyê û wiha got: "Ew jî vê hêza xwe li dijî mixalifan bikar tînin. PYD li ciyên zeft dike ereb û tirmenan dide koçkirin. Xaniyên wan hildiweşîne, dişewitîne. Li 107 ciyên herêmê malbatên ereb û tirkmen hatin qewitandin."
Wezîr der barê rapora bi navê "Ciyê ku em herinê tune" ya ku Rêxistina Efê ya Navneteweyî li ser YPGya şaxa PYDyê amade kir da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Wezîr îdia kir ku PYD di serî da bi rejima Esed ra di têkiliyan da ye, gelek ciyên di destê rêxistina bi destê rejimê diyariyê wan kirine.
Wezîr destnîşan kir ku mixalif di navbera êrîşên PYD, Esed û DAEŞê da mane, berjewendiyan van hersê koman girêdayî hevdu ne û wiha pê da çû:
"Mixabin alîkariyên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DAEŞê da tê dayîn nadin kurdan didin PYDyê. Ew jî vê hêza xwe li dijî mixalifan bi kar tînin. PYD li ciyên zeft dike ereb û tirmenan dide koçkirin. Xaniyên wan hildiweşîne, dişewitîne. Li 107 ciyên herêmê malbatên ereb û tirkmen hatin qewitandin. Heke kurd jî li wan mixalefetê bikin wan jî sirgun dikin. Van deran bi alîgirên PYDyê tijî dikin û hewl didin ku têxin herêma kurdan. Armanca wan ew e ku tevahiyê herêmê têxin destê kurdan û dewletê ava bikin. Rapora ku Rêxistina Efê ya Navneteweyî amade kir rast e lê belê tu kes guh nadê."
- "PYDyê diemilîne"
Wezîr destnîşan kir ku Esed PYDyê hem li dijî mixalifan hem jî li dijî Tirkiyeyê diemilîne, rind dizane ku PYDyê tu carî nebe dewlet û her tim wek rêxistinekî bimîne, dema ku quweta wî were şûnê dikare van deran ji destê PYDyê paşda bistîne..
Wezîr wiha pê da çû: "Esed ji bo ku mixalifan ji hêzê bixe PYDyê diemilîne, ya rastî bi PYDyê dilîze. Di wê demê da kîjan welatê derva ku lazim bibîne PYDyê diemilîne. Ecêb e dema ku berjewendiyên DAEŞ û PYDyê hevdu bigrin li hev dikin, dema hevdu negrê jî şer dikin. Hin caran em jî fehm nakin ku ev çi dikin. Em wer difikin ku şerê di navberan da ji bo nêrînekê ye."