ŞANLIURFA
PYD destûrê nade penaberên sûriyî yên ku dixwazin derbasî bajarê Girê Spî bibin.
Li gor agahiyên ku hat hildan komek penaberên sûriyî li ber Deriyê Sînorê Akçakaleyê kom bûn û rayedarên li ber derî ji bo derbasbûna penaberan destûr dan lê PYD ya ku Grê Spî (Tel Abyad) di bin kontrola wê de ye nehişt penaber derbasî aliyê Sûriyeyê bibin.
Mihemed Hesenê sûriyî diyar kir ew tevlî malbata xwe dixwaze ku derbasî welatê xwe bibe lê PYD destûrê nade wan û wiha pê de çû: "Ji bo Xwedê bila bihêlin em derbasî welatê we bibin."
Hiseyîn Xelîl jî destnîşan kir ku ew jî herî kêm 10 roj e ku li ber derê li benda destûra derbasbûnê ne û wiha dewam kir: "Halê me qet baş nîne, cihekî ku em pê de herin jî tuneye. Em her roj tên ber derî û dibînin ku PYD nahêle kes derbas bibe."
PYDê bi biştgiriya hêzên koalîsyonê yên di bin pêşengiya DYAyê de kontrola Grê Spî bi dest xist û ji 25ê hezîranê vir ve nahêle kes derbasî aliyê Sûriyeyê bibe.