ŞANLIÛRFA
Hin sûriyeyiyên ku ji Tel Abyada bajarê Sûriyeyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê diyar kir ku PYDyê ew bi zorî ji welatê wan derxistin.
Mehmet Xalefê sûriyeyî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li gundê Temmaya girêdayî Tel Abyadê cotyariyê dike. Xalef diyar kir herêma ku lê dijî berê di bin kontrola DAEŞê de bû û wiha axivî: "Şeva din em ji malên me qewirandin, li ser vê yekê me jî xwe sipart Tirkiyeyê."
Xalef destnîşan kir dema ku hatin Tirkiyeyê di rewşeke gelekî xirab de bûn û got ku bi saya eleqeya welatiyên Tirkiyeyê ser xwe ve hatin. Xalef qal kir ku ew bi xwe jî kurd e û wiha axivî:
"Li Sûriyeyê şerek hebû lê em gundê xwe di nav aramiyê de dijiyan. Me ji ber bombebarana ji hewayê her dem cî diguherand. Dema PYD hat me got ku 'em vegerin gundê xwe, di malên xwe de bijîn" lê belê destûr nedan vê yekê. Bi me re neaxivîn, ji mer pirs nekirin ku ka em kî ne jî. Tenê gotin ku 'Zarokên xwe jî hilgirin û herin.' PYDYê em ji welatê me kirin. Me li ser vê yekê xwe sipart Tirkiyeyê. Leşkerên Tirkiyeyê bi hurmeteke mezin pêşwaziya me kirin, xwarin dan me û cil û bergên nû ji me re sitandin. Heta her du zarokên min ewan anî vir."
Rîme Xalefa xanima Mehmet Xalef jî qal kir ku di van rojên dawîn de li herêmê bombebarana ji hewayê zêde bû. Xalefê qal kir ku tu tişt ji geşedanên li bakurê Sûriyeyê fehm nekirin û wiha axivî: "Niha rewşeke aloz heye. Gelek mirov mirin. Me ji tirsa canê xwe lê nenêrî ka kî mir jî. Ez jî bi her du keçên xwe re hatim Tirkiyeyê."
Mamosteyê îngilizî Miqtad Xafî jî got ku ji ber pevçûnên li welatê xwe nikare ku pîşeya xwe bike.
Xafî diyar kir ku balafirên şer bêyî ku cudahiyê bikin her derê bombebaran dikin û got ku "Pişt re PYD hat herêmê û gelê ku vir dijî ji wir qewirand."
Xafî qal kir ku zimanê komên çekdar ên ku ew ji malên wan dûr xistin fehm nekirin û wiha axivî:
"Her derê ku em li dijiyan bi bombeyaan kavl û wêran bûn. Me ji axafina komên çekdar ên ku pişt re hatin fehm nedikir. Bi taybetî naxwazin ku sunî li herêmê bimînin. Min bihîst ku dibêjin 'Tu nikarî vir bimînî, haydî haydî'. Mirovên mesûm bi zorî ji malên wan kirin. Gelek mirov ji welatên wan kirin. Her dem digotine me ku hadî pêş de û Tirkiyeyê nîşan didan. Em jî bi vî awayî gihaştin sînora Tirkiyeyê."
Xafî ji ber arîkariyên wan spasiya Tirkiyeyê kir.