Önder Beyter
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
HELEB/KILÎS
Qederek hunermend seba galaya fîlma "Ji Bo Birayê Min Dera" ya ku mijara wê destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û geşedanên li dû wê ne, hatin Çobanbeya navçeya Helebê. Li vê derê ev hunermend bi xwendekaran ra hatin cem hev.
Çêkerê fîlmê Halîs Cahît Kurutlu û qederek hunermend çûn dîtina zarokên Sûriyeyî ku li Dibistana Seretayî ya Çobanbeyê perwerdeyê dibînin.
Kurutlu û yên pê ra bi zarokan ra hinekî sohbet kirin û pêlîstok li wan belav kirin. Xwendekarên Sûriyeyî yên ku êş û azara şer hem di bedena xwe da û hem jî di dilê xwe da hîs dikin, ji ber ku pêlîstok dan wan, kêfxweş bûn û rûyê wan geş bû.